Li Avaşîn, Xakurkê û Çelê PKK derbe li artêşa Tirkiyê xist
Hêzên PKKê li Avaşîn, Xakurkê û Çelê li dijî artêşa Tirkiyê çalakî kirin. Di encamê de herî kêm 6 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKKê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand û têd ragihand ku hêzên wê li dijî artêşa Tirkiyê çalakî li dar xistin.
PKKê di vê daxuyaniya xwe de îdia kiriye ku roja 22`ê Gulanê hêzên wê saet 17:30'î li herêma Avaşînê ya Herêma Kurdistanê li dijî leşkerên Tirkiyê yên li ser girê Tepê Xwedê hin rêzeçalakiyên sûîqestê li dar xistin. Di çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin.
PKKê herwiha diyar kir ku heman rojê saet 18:10'an hêzên wê yên YJA Starê li herêma Xakurkê li dijî artêşa Tirkiyê li ser girê Lêlîkanê çalakiyek pêk anîn û derbên giran li çepereke wan a li ser gir hate xistin, çeper bi temamî hate îmhakirin û 4 leşker hatin kuştin. Artêşa Tirkiyê piştî çalakiyê bi balafirên şer bombe li herêmê barand. Ji ber bombardûmanê xisar li bax û baxçeyên xelkê herêmê ket.
PKKê di dewama daxuyaniyê her wiha ragihand ku 23`ê Gulanê saet 17:00 jî hêzên wê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa Tirkiyê çalakiyek pêk anîn û derbên giran li çeper û stargehên wan xistin, lê hejmara leşkerên hatin kuştin û birîndar bûn nehat tespîtkirin.
PKK radigehîne ku di 23'ê Gulanê de balafirên şer ên artêşa Tirkiyê saet 10:30 qada gundên Gire û Îzanke yên herêma Garê, saet di 11:30'î de qada Sininê ya herêma Xakurkê, saet di 11:40'î de qadên Kanîsarkê, Şikefta Birîndaran û Kurozahro yê herêma Zapê û saet di 15:30'î de jî Girê Hakkarî yê herêma Metîna bombebaran kirin.
PKKê dibêje : Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat