HDP: Em careke din vedigerin nav kolanan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i316130-hdp_em_careke_din_vedigerin_nav_kolanan
Wekîlê Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Parlemana Tirkiyê dibêje, li beramber siyaseta qeyûman ji îdareyên xwecihî venakişin û careke din vedigerin nav kolanan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 24, 2020 18:56 Asia/Tehran
  • HDP: Em careke din vedigerin nav kolanan

Wekîlê Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Parlemana Tirkiyê dibêje, li beramber siyaseta qeyûman ji îdareyên xwecihî venakişin û careke din vedigerin nav kolanan.

Wekîlê Serokê Koma HDPê Saruhan Oluç di gotûbêjekê de ku ji aliyê hejmarek rojnamevan ve bi riya internetê hatiye kirin, li beramber helwesta polîsan nerazîbûn nîşan da û got: “Di qonaxa belavbûna vîrusa koronayê de li Tirkiyê qeyûm danîn ser 13 şaredariyên HDPê û ew parlamenter û endam jî ku danîna qeyûman şermezar dikin, tên desteserkirin û wan dixin zîndanê.”

Saruhan Oluç got, madem hêzên ewlekariyê pêwîst nabînin li beramber gel dûriya navbera xwe biparêzin, ew jî pêwîst nabînin û careke din vedigerin ser çalakiyên xwe yên li ser cade û nav kolanan.

Oluç dibêje, di civîna Encûmena Serkirdayetî ya HDPê de nexşe-rêyek di vê çarçoveyê de tê destnîşankirin û li bajarên Kurdî û rojavayê Tirkiyê li ser çalakiyên xwe yên siyasî berdewam dibin.

Wekîlê Serokê Koma HDPê tekez dike ku pirsa vekişîna ji îdareyên xwecihî ne di rojeva partiya wan de ye û di wê civînê de ku Mijdara sala borî li Enqerê hat kirin, ev mijar hatiye yekalîkirin.