Balafirên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê gundê Mesihiyan bombebaran kir
Balafirên şer yên dewleta Tirkiyê, gundê Mesihiyan yên ser bi navçeya Amêdiyê û çiyayê Kurejehor a ser bi Şêladizê li Herêma Kurdistana Iraqê bombebaran kirin.
Êrîşên dewleta Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê dewam dikin. Balafiran gundê Hêzankî ya dikeve herêma Nehêlî a ser bi navçeya Amêdiyê û çiyayê Kure Jehro ya ser bi navçeya Şêladiz ya ser bi Dihokê bombebaran kirin.
Gundê Hêzankî gundek ku şêniyên Mesihî têde jiyan dikine. Hate zanîn ku balafiran 200 metre nêzî gund bombebaran kirine û ji ber êrîşê agirek mezin bi herêmê ketiye.
Balafirên şer di heman saetan de çiyayê Kure Jehro ya ser bi navça Şêladizê bombebaran kirin. Li gorî agahiyan ziyanek mezin bi bax û baxçeyê gundiyan ketiye. Liv û tevgera balafiran li herêmê di dome.
Di enacama êrişên bejahî û hewayî yên artêşa Tirkiyê ser Herêma Kurdistanê yên ku bi heceta PKKê cih tên piranî xelkê divîl ê navçê dibin gorî û ziyanê dibînin.