Li Tirkiyê 32 kes ji ber virûsê mirin
May 24, 2020 03:52 Asia/Tehran
Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 32 kesên din ji ber virûsa koronayê mirin û 1 hezar û 186 kesên din jî bi virûsê ketin.
Li gorî Agahiyên rayedarên dewleta Tirkiyê yên duh di 24 saetên dawî de li Tirkiyê 1 hezar û 186 kesên din jî bi virûsê ketine û 32 kes jî mirin.
Bi van agahiyên dawî re hejmara kesên ku heya niha bi virûsê ketine bû 155 hezar û 686 kesan û hejmara miriyan jî bû 4 hezar û 308 kes.