Hêzên Tirkiyê parçeyek ji xaka Yewnanistanê dagir kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i316066-hêzên_tirkiyê_parçeyek_ji_xaka_yewnanistanê_dagir_kir
Hêzên dewleta Tirkiyê parçeyeke ji xaka ku li ser bi nakok in a li ser sînorê Yewnanistanê, dagir kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 22, 2020 16:48 Asia/Tehran
  • Hêzên Tirkiyê parçeyek ji xaka Yewnanistanê dagir kir

Hêzên dewleta Tirkiyê parçeyeke ji xaka ku li ser bi nakok in a li ser sînorê Yewnanistanê, dagir kir.

Rojnameya "The Sun" a brîtanî li ser zimanê çavkaniyên Yewnanistanê diyar kir ku 35 leşkerên Tirkiyê derbasî herêma deşta Fîdiyê ya bi rûbera 1,6 hêktar a li ser kevndava rojhilat a çema Evrosê bûn.

Hêzên taybet û bejahî baregehek li wir ava kir û ala Tirkiyê hilda û daxwazên Yewnanistanê yên vekişînê red kirin.

Rojnameya "Cathymerinî" ya yewnanistanî jî di vê hefteyê de daxuyand ku polîsên Tirkiyê di van hefteyên dawîn de ji herêmê neçûne û kedên xizmetguzarî yên erdnîgariya artêşa Yewnanistanê yên berfirehkirina têlên sînor asteng dikin.

Di van demên dawîn de bi sedema biryara Enqerê ya vekirina sînora bejahî di dawiya Sibatê de ji koçber û penaberan re bi hewldana derbasbûna ji Yewnanistanê re, nakokiyên Tirkiyê û Yewnanistanê zêde bûn, ji wê zêdetir jî nakokî der barê zeviyên vekolandina li ser gazê li peravên Qubirsê û daxwazên Tirkiyê yên ava Yewnanistanê hene.