Li herêmên kurdî yên Tirkiyê gelek siyasetmedar û çalakvan hatin binçavkirin
May 22, 2020 14:07 Asia/Tehran
Li Amedê polîsên dewleta Tirkiyê bi ser malan de girtin û gelek siyasetmedar û çalakvanên jin û her wiha hevserokê berê yê DBP’ê binçav kirin.
Li herêmên kurdî û deverên din ên Tirkiyê qirkirina li dijî Kurdan didome. Di vê çarçoveyê de berdestê sibê polîsên dewleta Tirkiyê li Amedê û deverên din bi ser malên çalakvanên Tevgera Jinan a Azad (TJA), reveber û endamên Komela Jinan a Rosa û siyasetmedaran de girt û gelek kes hatin binçavkirin. Polîsan li malan lêgerîn pêk anîn.
Di nava kesên hatin binçavkirin de endama avakar ya Komeleya Rosa Ayla Akad Ata û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê berê Mihemed Aslan jî hene.