2 Balafirên bêpîlot ên Tirkiyê hatin xistin
May 22, 2020 11:11 Asia/Tehran
Li Lîbyayê 2 balafirên bê mirov yên dewleta Tirkiyê, ji aliyê Artêşa Nîştimanî ve hatin xistin.
Fermandariya Giştî ya Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê bi daxuyaniyekê bang li şêniyên bajarokê Esabi’a kir ku divê hişyar bin û ji malên xwe dernekevin.
Fermandariyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêzên wan rêze-êrîşên asmanî li ser kombûyînên çeteyên dewleta Tirkiyê li bajarokê Esabia û derdora wê pêk tînin.
Duh êvarî jî, Artêşê xistina 2 balafirên bêpîlot ên dewleta Tirkiyê ji ser bajarê Terhûnayê ragihand. Li gorî çavkaniyeke leşkerî, herdu balafir hewl didan hinek deverên bajêr bikin armanc.