Agahiyên dawî yên Covid-19 li Tirkiyê
May 21, 2020 20:17 Asia/Tehran
Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 27 kesên din jî ji ber şewba Koronavîrusê mirin û 961 kesên din jî bi şewbê ketine.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fexredîn Koca, tabloya der barê agahiyên Koronavîrusê (Covid-19) de li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir.
Li gor agahiyan, di 24 saetên dawî de li Tirkyê 961 kesên din bi şewbê ketine û 27 kesên din jî mirin.
Bi van agahiyên dawî re hejmara kesên ku heya niha bi şewbê ketine bû 153 hezar û 548 û hejmara kesên ku heya niha mirine jî bû 4 hezar û 249.