Li Serê Kaniyê heta niha 1700 hektar zeviyên cotkaran şewîtine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i316020-li_serê_kaniyê_heta_niha_1700_hektar_zeviyên_cotkaran_şewîtine
Li deverên kurdnişîn ên bakura Sûriyê bi nêzîkbûna dema destpêkirina dirûna dexlûdanan, bûyerên şewitandina zeviyên cotkaran dubare dibin. Li herêma Serê Kaniyê heta niha 1700 hektar şewitîne.Kurdên Sûriyê dibêjin: Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê agir berdidin zeviyên wan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 21, 2020 08:38 Asia/Tehran
  • Li Serê Kaniyê heta niha 1700 hektar zeviyên cotkaran şewîtine

Li deverên kurdnişîn ên bakura Sûriyê bi nêzîkbûna dema destpêkirina dirûna dexlûdanan, bûyerên şewitandina zeviyên cotkaran dubare dibin. Li herêma Serê Kaniyê heta niha 1700 hektar şewitîne.Kurdên Sûriyê dibêjin: Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê agir berdidin zeviyên wan.

Bi nêzîkbûna dema destpêkirina dirûna dexlûdanan, bûyerên şewitandina zeviyên cotkaran, bi taybet li hersê herêmên Serê Kaniyê, Til Temir û Eyn Îsa dubare dibin.

Roja 19ê Gulanê, agir kete zeviyên gundê Tiwêçîl, li rojavayê Serê Kaniyê û derdora 700 hektar zevî şewitîne. Di heman rojê de, agir kete zeviyên gundê Şekeriyê, li rojhilatê Serê Kaniyê û li wî gundî jî ku gundê Kurdên Êzidî ye, rûberek zevî şewitiye.

Her roja 19ê Gulanê, agir ketiye zeviyên her sê  gundên Um el Kêf, Derdare û Tewîle li gundewarên Til Temir.

Roja 18ê Gulanê, agir ketibû zeviyên her çar gundên Menacîr, Ehras, Amiriye û Şibliyê û li her çar gundên başûrê Serê Kaniyê, nêzî 1000 hektar zevî şewîtîne.

Roja 15ê Gulanê jî, agir ketibû zeviyên 3ê gundên herêma Eyn Îsa.

Agir ji zeviyên gundê el Muhre destpê kiribû û gihaştibû herdu gundên Xirbet el Beqer û Zenûbe.

Di mewsîma sala borî de, rûberekî berfireh ji zeviyên cotyarên kurdên Sûriyê şewitîbûn. Li gor amarên fermî yên Rêveberiya Xweser, 42 hezar hektar zeviyên cotyaran şewitîbûn, lê li gor amarên ne fermî, nêzîkî 55 hezar hektar zevî li deverên kurdên Sûriyê şewitîbûn. 

Hêjayî gotinê ye ku xelkê navçê û çavkaniyên xwecî dibêjin destê artêşa Tirkiyê û çeteyên wê di nav vî agirberdanê de ye.