Li Tirkiyê 23 kesan bi koronayê canê xwe ji dest dan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i316014-li_tirkiyê_23_kesan_bi_koronayê_canê_xwe_ji_dest_dan
Li Tirkiyê di maweyê 24 saetan de 23 kesan bi koronayê canê xwe ji dest dan û 972 kes jî bi wê vîrusê ketin û herwiha hezar û 92 kes jî baş bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 21, 2020 07:43 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 23 kesan bi koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiyê di maweyê 24 saetan de 23 kesan bi koronayê canê xwe ji dest dan û 972 kes jî bi wê vîrusê ketin û herwiha hezar û 92 kes jî baş bûne.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca, li hejmara xwe ya Twîtterê dawîn amarên qurbanî û pêketiyên vîrusa koronaya nû Covid-19 ya roja 20 Gulanê belav kirin.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, li Tirkiyê di 24 saetên dawiyê de, 972 kes bi koronayê ketine, 23 kesan canê xwe ji dest dane û hezar û 92 kes jî baş bûne.

Li gel dawîn amaran, heta niha li Tirkiyê 152 hezar û 587 kes bi vîrusa koronayê ketine, 4 hezar û 222 kesan bi koronayê canê xwe ji dest dane û 113,987 kes jî baş bûne.