Desteserkirina şaredariyan li Toûloûseyê hate şermezarkirin
May 21, 2020 06:12 Asia/Tehran
Desteserkirina şaredariyên HDP'î li bajarê Toûloûse yê Fransayê ji aliyê aktîvîstên TCŞ û JCA'yê hate şermezarkirin.
Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jin ên Ciwan ên Azad (JCA) bi çalakiyekê desteserikrina 5 şaredariyên HDP'î şermezar kirin.
Aktîvîst li pêşiya Gara Toûloûse-Matabîaû li hev kom bûn û pankarta bi nivîsa "Erdogan ê dîktator rawestînin" hildan.
Di çalakiyê de dirûşma "Kujer Erdogan" hate qîrîn û têkildarî êrişên li Tirkiye û Kurdistana Tirkiyê yên li dijî îradeya gel belavok hatin belavkirin.