Li Payîzavayê taxekê kirin qerentînayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315995-li_payîzavayê_taxekê_kirin_qerentînayê
Li gundê Şikeftan ê navçeya Payîzavayê, ji ber ku testa Vîrûsa Koronayê ya kesekî din jî pozîtîf derket, gund kirin qerentînayê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 20, 2020 16:20 Asia/Tehran
  •  Li Payîzavayê taxekê kirin qerentînayê

Li gundê Şikeftan ê navçeya Payîzavayê, ji ber ku testa Vîrûsa Koronayê ya kesekî din jî pozîtîf derket, gund kirin qerentînayê.

 Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Di 9’ê Gulanê de li navçeya Artêmatan a Wanê kesekî krîza dil derbas kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. Ji gundê Şikeftan ê navçeya Payîzavayê ya Wanê 3 kes tevlî merasîma cenazeyê vî kesî bûbûn û piştre vegeriyabûn gundê xwe. Di 17’ê Gulanê de ji van her sê kesan yek jê nexweş ketibû û ew rakiribûn nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê testa vî kesî pozîtîf derketibû. Li ser vê yekê li gundê kontrol û testên Vîrûsa Koronayê hatibûn kirin. Ji ber ku testa kesekî din pozîtîf derket, Lîjneya 'Hifzissihha' (Parastina Tendurustiyê) ya Navçeyê gund kir qerentînayê. Têketina gund ji aliyê leşkeran ve hatiye girtin û destûr nayên dayîn ku kes bikeve gund û jê derkeve. Xebatên komên tenduristiyê jî li gund didome.