Wekîlên jin ên HDP’î xwestin îstîsmara zayendî bê lêkolînkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315994-wekîlên_jin_ên_hdp’î_xwestin_îstîsmara_zayendî_bê_lêkolînkirin
Koma Jinan a Parlementoyê ya HDP’ê, bi armanca pêşîlêgirtina îstîsmarkirina zayendî ya li dijî zarokan, xwest ku Meclîs lêkolîn bike û derbarê mijarê de 21 pirsnameyên cuda dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 20, 2020 16:20 Asia/Tehran
  • Wekîlên jin ên HDP’î xwestin îstîsmara zayendî bê lêkolînkirin

Koma Jinan a Parlementoyê ya HDP’ê, bi armanca pêşîlêgirtina îstîsmarkirina zayendî ya li dijî zarokan, xwest ku Meclîs lêkolîn bike û derbarê mijarê de 21 pirsnameyên cuda dan.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Koma Jinan a Parlementoyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi armanca pêşîlêgirtina îstîsmarkirina zayendî ya li dijî zarokan, xwest ku Meclîs lêkolîn bike. Parlamenterên jin, ji bo ku Wezîra Karê Malbat, Xebat û Civakî Zehra Zumrut Selçûk bersivê bide, derbarê mijarê de 21 pêşniyazpirsên cuda dan Meclîsê. Di pêşniyazpirsên hatin dayîn de wiha hat gotin: “Dewlet berpirsiyariya xwe bi cih nayîne. Ji ber vê yekê îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan û bûyerên îstîsmarê yên di nava malê de zêde bûne. Ji bo ku zarokên keç di temenekê biçûk de neyên zewicandin, em dixwazin ku xebat bên birêvebirin û bergirî bên girtin. Ger yên mexdûr bi bersûcên tecawîzê û îstîsmarkarên zayendî re bên zewicandin, wê pêkanîna cezadayînê ji holê bê rakirin. Ji bo vê bi salan e di parlementoyê de nîqaş tên kirin ku qanûn bê derxistin. Lê di encama têkoşîna rêxistinên jinan, mûxalîf û raya giştî de ev tê taloqkirin. Lê ligel vê jî hertim ji bo sererastkirina qanûnê dem bi dem nîqaş tên kirin. Pêşniyara vê ya anîna Meclîsê wê talûkeyek mezin bi xwe re bîne. Em dixwazin ku Wezareta Mafê Zarokan û Komîsyona Daîmî ya Mafê Zarokan di Meclîsê de bê avakirin. Dewlet xwedî wê berpirsiyariyê ye ku berî her tiştî mafê zarokan bi parêze.”

 Parlamenterên jin ev pirs ji Wezîr Selçûk pirsîn: 

“*Wezareta we derbarê daxuyaniyên weke ‘zarok dikarin bizewicin,’ û ‘dikarin biwelidin in’ ên di çapemeniyê tên weşandin de, dest bi pêvajoya hiqûqî kiriye yan na? 

*Di 5 salên dawî de, çend zarok rastî îstîsmarê hatine? Li gorî sal û bajaran ev hejmara çiqas e? 

*Di 5 salên dawî de çend kes ji ber îstîsmarkirina zarokan hatine girtin? Ceza li çend kesan hatiye birin?

Çend kes di girtîgehan de ne û îstatîstîkeke we ya derbarê hejmarê de heye? 

*Wezareta we gelo alîkariya derûniyê dide çend zarok û malbatên mexdûrê îstîsmara zayendî? 

*Ji bo pêşîlêgirtina îstîsmarkirina zarokan, civak ji xwe çi dixwaze û hûn çiqas li gorî vê yekê tevdigerin û polîtîkayên xwe diyar dikin?”

 

https://mezopotamyaajansi.com/kr/HEM-NCE/content/view/97392