Mizrakli: Li dijî zilmê dema werêkiyê ye
May 20, 2020 09:49 Asia/Tehran
Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli: Li dijî zilmê dema werêkiyê ye.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli ku li Girtîgeha Kayseriyê girtî ye, ev bang kir: “Sebra bindestan sînorê zilma zaliman diyar dike. Dema bi wêrekî dijderketina li dijî zilmê ye.”Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û niha li Girtîgeha Kayseriyê girtî ye, bi rêya parêzerên xwe peyamek şand. Mizrakli, di peyama xwe de ev tişt got: “Sebra bindestan sînorê zilma zaliman diyar dike. Dev ji gotina ya sebir berdin, dema bi wêrekî dijderketina li dijî zilmê ye.”