HDP’ê ‘Wezareta Ciwanan’ pêşniyaz kir
Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû ji bo sazkirina Wezareta Ciwanan teklîfa qanûnê pêşkêşî Meclîsê kir.
Li gorî rapora roja Sêşemiyê (19ê Gulanê) ya Mezopotamyayê, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû “Teklîfa Qanûna Rêxistina Wezareta Ciwanan û Derbarê Wezîfeyê Wan De” ya ji 29 xalan pêk tê pêşkîşî Serokatiya Meclîsê kir. Di teklîfê de hat bibîrxistin ji sedî 23’yê nifûsa Tirkiyê ji ciwanan pêk tê û divê hemû pêdivî û mafê ciwanan were naskirin û di rêza pêşî de were girtin.
Di teklîfê de tê destnîşankirin ku divê ciwan bi her awayî werin parastin û bi sazkirina vê wezaretê re dê hin tiştên xwe yên xweser bikin. Di teklîfê de tê gotin wê bi sazkirina vê wezaretê ciwan rastî mafê cudakariyê neyên û rêgeza wekheviyê pêk were. Di teklîfê de tê diyarkirin ku dê ev wezaret mafê hilbijartinê yên ciwanan bişopîne û dê ev wezaret daxistina temenê hilbijartinê heta 16 salî bişopîne. Di teklîfê de tê gotin ku heke ev wezaret saz bibe dê azadiya rêxistinkirinê jî têde hebe û wisa bixebite. Her wiha di teklîfê de bal kişandiye ser mafê xebat û perwerdehiya ciwanan.