Yekîtiya Ewropayê li dijî danîna qeyûman helwest nîşan da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315970-yekîtiya_ewropayê_li_dijî_danîna_qeyûman_helwest_nîşan_da
Yekîtiya Ewropa derbarê danîna qeyûman a ser şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), nerazîbûneke tûnd li dijî Hikûmeta Tirkiyê nîşan da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 19, 2020 17:16 Asia/Tehran
  • Yekîtiya Ewropayê li dijî danîna qeyûman helwest nîşan da

Yekîtiya Ewropa derbarê danîna qeyûman a ser şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), nerazîbûneke tûnd li dijî Hikûmeta Tirkiyê nîşan da.

Berpirsê Pêwendiyên Derve  yê Yekîtiya Ewropayê Jospeh Borell bi daxuyaniyeke nivîskî rexne li hikûmeta Tirkiyê girt û ragihand ku jikardûrxistina şaredaran û erkdarkirina qeyûman karkirina demokrasiya xwecihî lawaz dike.

Jospeh Borell diyar kir ku biryarên li dijî şaredariyên partiyên opozîsyonê siyasî ne û cihê dilgiraniyê ne. 

Borell bibîr xist ku hejmara şaredarên ku ji kar hatine dûrxistin gihiştiye 45an û sedan siyasetmedarên HDPê û xebatkarên şaredariyan ên hatine hilbijartin bi tohmeta endamtiya terorîzmê hatine desteserkirin û dijî şaredarên din jî lêpirsîn hatine vekirin.

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Yekîtiya Ewropayê destnîşan kir ku di çarçoveya qanûna navxweyî û navnetewî de berpirsiyariyên Tirkiyê hene ku cîbecî bike û bi hiqûq û mafên mirovan re hemaheng be.

Hikûmeta Tirkiyê herî dawî di 15ê Gulanê de qeyyûm danîbû ser 6 şaredariyên HDPê.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên 31ê Adara 2019an de, 65 şaredarî bi dest xistibûn ku 3 ji wan şaredariyên bajarên mezin bûn. Lê belê heta niha bi hincetên wek piştgirîkirin û alîkariyên bo rêxistina terorê 45 şaredarî ji dest HDPê hatine derxistin û li ser wan şaredariyan qeyûm hatine danîn.