Yekîtiya Ewropayê li dijî danîna qeyûman helwest nîşan da
Yekîtiya Ewropa derbarê danîna qeyûman a ser şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), nerazîbûneke tûnd li dijî Hikûmeta Tirkiyê nîşan da.
Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Jospeh Borell bi daxuyaniyeke nivîskî rexne li hikûmeta Tirkiyê girt û ragihand ku jikardûrxistina şaredaran û erkdarkirina qeyûman karkirina demokrasiya xwecihî lawaz dike.
Jospeh Borell diyar kir ku biryarên li dijî şaredariyên partiyên opozîsyonê siyasî ne û cihê dilgiraniyê ne.
Borell bibîr xist ku hejmara şaredarên ku ji kar hatine dûrxistin gihiştiye 45an û sedan siyasetmedarên HDPê û xebatkarên şaredariyan ên hatine hilbijartin bi tohmeta endamtiya terorîzmê hatine desteserkirin û dijî şaredarên din jî lêpirsîn hatine vekirin.
Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Yekîtiya Ewropayê destnîşan kir ku di çarçoveya qanûna navxweyî û navnetewî de berpirsiyariyên Tirkiyê hene ku cîbecî bike û bi hiqûq û mafên mirovan re hemaheng be.
Hikûmeta Tirkiyê herî dawî di 15ê Gulanê de qeyyûm danîbû ser 6 şaredariyên HDPê.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên 31ê Adara 2019an de, 65 şaredarî bi dest xistibûn ku 3 ji wan şaredariyên bajarên mezin bûn. Lê belê heta niha bi hincetên wek piştgirîkirin û alîkariyên bo rêxistina terorê 45 şaredarî ji dest HDPê hatine derxistin û li ser wan şaredariyan qeyûm hatine danîn.