PKK: Li Xakurkê 4 leşker hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315968-pkk_li_xakurkê_4_leşker_hatin_kuştin
PKKê ragihand ku li herêma Xakurkê ya Herêma Kurdistanê Hêzên wê çalakiyek pêk anînê û di encama çalakiyê de 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin. Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî ragihand ku gerîlayên PKKê di encama êrişa wan de canê xwe ji dest dane.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 19, 2020 16:33 Asia/Tehran
  • PKK: Li Xakurkê 4 leşker hatin kuştin

PKKê ragihand ku li herêma Xakurkê ya Herêma Kurdistanê Hêzên wê çalakiyek pêk anînê û di encama çalakiyê de 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin. Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî ragihand ku gerîlayên PKKê di encama êrişa wan de canê xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKKê têkildarî çalakiyên hêzên xwe û operasyonên Tirkiyê de daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniyê 18ê Gulanê saet 06:30  hêzên PKKê li herêma Xakurkê ya Herêma Kurdistanê li dijî artêşa Tirkiyê  çalakiyek encam dan .

PKKê dibêje çalakiya wan ji 2 baskan ve bûye  di vê çalakiyê de 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.

Li gor heman daxuyaniyê piştî çalakiya PKKê, artêşa Tirkiyê ew herem bombebaran kirine, lê yekîneya wan a çalakî pêk aniye, bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriyane.

PKKê dibêje di 18ê Gulanê saet 17:30ê balafirên şer herêma Kanîsarkê ya herêma Zapê bombebaran kirin û ji ber bombebaranê tiştek bi hêzên wan nehatiye.

Ji aliyê din ve Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî ragihand ku herêma Xakurkê 3 PKKyî di encama êrişekê asmanî de canê xwe ji dest dane.