PKK: Li Xakurkê 4 leşker hatin kuştin
PKKê ragihand ku li herêma Xakurkê ya Herêma Kurdistanê Hêzên wê çalakiyek pêk anînê û di encama çalakiyê de 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin. Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî ragihand ku gerîlayên PKKê di encama êrişa wan de canê xwe ji dest dane.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKKê têkildarî çalakiyên hêzên xwe û operasyonên Tirkiyê de daxuyaniyek belav kir.
Li gor daxuyaniyê 18ê Gulanê saet 06:30 hêzên PKKê li herêma Xakurkê ya Herêma Kurdistanê li dijî artêşa Tirkiyê çalakiyek encam dan .
PKKê dibêje çalakiya wan ji 2 baskan ve bûye di vê çalakiyê de 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.
Li gor heman daxuyaniyê piştî çalakiya PKKê, artêşa Tirkiyê ew herem bombebaran kirine, lê yekîneya wan a çalakî pêk aniye, bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriyane.
PKKê dibêje di 18ê Gulanê saet 17:30ê balafirên şer herêma Kanîsarkê ya herêma Zapê bombebaran kirin û ji ber bombebaranê tiştek bi hêzên wan nehatiye.
Ji aliyê din ve Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî ragihand ku herêma Xakurkê 3 PKKyî di encama êrişekê asmanî de canê xwe ji dest dane.