Tirkiye- 31 kesên din bi Koronayê mirine
May 19, 2020 04:20 Asia/Tehran
Wezîratea Tendirustiya Tirkiyê aşkere kir di maweya 24 saetên dawî de li Tirkiyê 31 kesên din bi vîrusa Koronayê mirine û 1 hezar û 158 kesên din jî bi Koronayê ketine.
Duh roja duşemê 18.05.2020an Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca, ji ser hesabê xwe yê Twîtterê, dawîn amarên qurbanî û pêketina bi vîrusa Koronaya eşkera kir.
Koca aşkere kiriye, di maweyê 24 saetan de 31 kesên din bi Koronayê mirine û hezar û 158 kesên din jî bi wê vîrusê ketine û hezar û 615 kes jî baş bûne.
Li gel dawîn amaran, hejmara pêketiyên Koronayê li Tirkiyê gihişt 150 hezar 593 kesan û hejmara qurbaniyên Koronayê jî gihiştiye 4. hezar û 71 kesan. Herwiha heta niha 111 hezar û 577 nexweşên Koronayê jî baş bûne.