5543 weşanxaneyan nêzî 60 mîlyon hebî pirtûk çap kirine
Yekîtiya Weşangerên Tirkiyê (TYB) daneyên li ser pirtûkên sala 2019'an belav kirin û diyar kir ku par bazara pirtûkan mezintir bûye.
Li gorî nivîsa malpera Diyarnameyê, TYB'ê bi navê "Rapora Bazara Pirtûkan a Tirkiyê ya 2019'an" raporek amade kir. TYB'ê bi ser daneyên YAYFED'ê (Federasyona Yekîtiya Pîşeyên Weşangeran) re ku YAYFED bandrolê dide weşangeran rapora xwe amade kir. Li gor raporê sedî 3.16 li gor pêrar berhamnîna pirtûkan zêde bûye lê di hin beşan de jî kêm bûye.
Vaye hin daneyên ji raporê:
- Hejmara pirtûkên ku MEB'ê (Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ya Tirkiyê) ji sektora taybet girtine û pirtûkên li çapxaneya xwe çap dike bi temamî 153.446.132 ne. Ligel pirtûkên MEB'ê par li Tirkiyê bi temamî 577.048.957 hep pirtûk çap bûne.
Serî kesî 6.9 pirtûk dikevin
- Li gor TUÎK'ê serjimariya Tirkiyê 83.154.997 e û li gor vê par serê kesî 6.9 pirtûk dike.
- Weşangeriya perwerdehiyê di sala 2019'an de jî hem bi zêde hilberînê hem bi cîroya xwe bingeha sektorê saz kir. Çavkaniyên alîkar û pirtûkên ji bo ezmûnan jî di nav de par 228.559.913 heb pirtûk çap bûne ku li gor pêrar sedî 6.12 zêde bûye ev beş. Ev rêjeya pirtûka di nav hemû pirtûkên li Tirkiyê hatine çapkirin de bi sedî 53.96 di nav sektorê de cih digire. Bi gotinek din piraniya hemû pirtûkên têne çapkin ji bo perwerdehiyê ne.
- Di warê weşangeriya çandî (lêkolîn, wêje, weşangeriya ji bo zarokan) de par 147.961.782 heb pirtûk çap bûne. Ew sedî %34.93’yê bajarê digirin. Li gor 2018'an par sedî %5.33di vê beşê de zêdebûn çêbûye.
Pirtûkên olî kêm bûne
- Her cure pirtûkên olî têde, bi giştî 36.899.907 heb di vî warî de hatine çapkirin ku li gor 2018'an ev hejmar sedî %16,95 hindiktir e. Di nav pirtûkên par de li gor pêrar herî zêde di vê beşê, yanê di pirtûkên olî de xwe nîşan daye.
- Li gor Ajansa ISBN'ya Wezaneda Çand û Tûrîzmê di sala 2018'an de 67.135 heb pirtûk di bin beşa navên nû de hatine çapkirin, di sala 2019'an de ev beşên nû sedî 2.11 zêde bûne û hejmar derketiye 68.554. Ji van 61.512 heb wekî pirtûk hatine çapkirin, 6.487 wekî e-pirtûk hatine qeydkirin û nêzî hezarî jî wekî pirtûkên bi deng hatine qeydkirin.
5543 heb weşanxane hene
- Li gor Ajansa ISBN ji sala 2017'an ve heta niha li Tirkiyê hejmara weşangerên ku ISBN'yê digirin 10.389 e. Ji vê reqemê texmîn ew e ku hejmara nivîskar-weşangerên ku pirtûkên xwe çap dikin 4.846 e, hejmara weşanxaneyan jî 5.543 ye.
- Hat dîtin ku buhaya pirtûkan li gor pêrar zêdetir bûye.