13 partiyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315943-13_partiyan_bertek_nîşanî_tayînkirina_qeyûman_dan
13 partiyên siyasî tayînkirina qeyûman a şaredariyên HDP'ê daxuyaniyek hevpar dan û şermezar kirin. Partiyan anîn ziman ku ew ê li dijî qespkirina vîna gel bêdeng nemînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 18, 2020 18:28 Asia/Tehran
  •  13 partiyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan

13 partiyên siyasî tayînkirina qeyûman a şaredariyên HDP'ê daxuyaniyek hevpar dan û şermezar kirin. Partiyan anîn ziman ku ew ê li dijî qespkirina vîna gel bêdeng nemînin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, 13 partiyên siyasî ku ji DBP, Partiya Şoreşger, EMEP, ESP, HDP, Partiya Çep, SODAP, SYKP, TOP, TÎP, TKP û Partiya Pêşeroj û Çep a Keskan pêk tên, tayînirina qeyûman a şaredariyên HDP’ê bi daxuyaniyek hevpar şermezar kirin.

Partiyan bi sernavê “Ya ku hatiye xezbkirin vîna gel e. Em bêdeng namînin" daxuyaniya hevpar dan û gotin:

“Em li dijî binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê, tunekirina vîna gel, bêtesîrkirina rêveberiyên herêmî û desteserkirnia nirxên gel bêdeng namînin. Mafê bijartin û hilbijartinê ji aliyê Destûra Bingehîn ve hatiye mîsogerkirin. Ev bi tayînkirina qeyûm carek din hat xezbkirin. Vîna gel ku di hilbijartina rêveberiyên herêmî de danî holê, bi Qeyûman xezb kirin. Carek din li dijî hiqûq u demokrasiyê qeyûm tayînî 5 şaredariyên din ên HDP’ê kirin. Li aliyekî bi bêhiqûqiya KHK'ê (biryara li gorî qanûnê) 6 şaredariyên HDP'ê xezb kirin. Li aliyê dinbi qeyûman 45 şaredariyên HDP’ê xesp kirin. Hevşaredarên ku tu sûcê wan tune hatin girtin. Bi vê yekê vîna 3 milyon mirovan tune hat hesibandin. Em li dijî vê xezbê bêdeng namînin."