Hevşaredarê Îdirê Akkûş yê ji HDP'ê hat girtin
May 18, 2020 17:28 Asia/Tehran
Hat ragihandin ku Hevşaredarê Îdirê Akkûş yê ji HDP'ê hat girtin.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Hevşaredarê Îdirê Yaşar Akkûş ku qeyûm tanî şûna wî hatibû kirin hat girtin.
Hevşaredarê Şaredariya Îdirê Yaşar Akkûş ku qeyûm tayinî şûna wî hatibû kirin û paşê hatibû binçavkirin, piştî 3 rojên li Midûriyeta Emniyetê ya Îdirê sewqî edliyeyê hat kirin.
Dadgeha Cezayê Sulhê bi îdiaya "endamtiya li rêxistinê" Akkûş girt û şand girtîgehê.
Her wiha Hevşaredar Eylem Çelîk jî hê li Midûriyeta Emniyetê ya Îdirê ye.