83 sal derbas bûn: Ne êşa wê berda, ne jî nêrîna dewletê guherî
Hevserokê Giştî yê Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD), Mûsa Kûlû, diyar kir ku polîtîkayên Komkujiya Dêrsimê ya 83 sal di ser re derbas bûn hîna jî di dewrê dene û got: “Ji bo ku komkujî bê naskirin, divê hemû pîroziyên gel ên rastî komkujiyê hatin bên qebûlkirin.”
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Bi ser Komkujiya Dêrsimê re ku dîroka Komara Tirkiyeyê de weke xalek reş tê anîn 83 sal derbas bûn. Desteya Wezîran, di 4’ê Gulana 1937’an de biryarnameya “Tevgera Bidûrxistina Dêrsimê” da û bi tevgerê li komkujî pêk banî. Ligel ku ewqas sal bi ser komkujiyê re derbas bûn, hîna jî êşa wê bernedaye û zindî ye. Gelê Dêrsimê ji vê komkuijyê re dibêje “qirkirin.”
Li gorî daneyên heyî di sala 1937’an hezar û 737 û 1938’an de 6 hezar û 868 dêrsimî hatin qetilkirin. Li gorî hin lêkolîn û danayên cuda jî tê gortin ku di vê komkujiyê de 70 hezar zarok, extiyar, jin û zilam hatin qetilkirin. Dîsa bi deh hezaran kes hatin sîrgûn kirin û zarokên keç ji malbatên wan hatin standin û dan leşkeran.
GAZA BI JEHRÎ
Hîna jî gelek aliyên komkujiyê tên veşartin.
Îhsan Sabrî Çaglayangîl ê wê demê Wezîrê Karê Hûndir bû, di nivîsênx we yên bîranînê de wiha behsa komkujiyê dikir: “Xwe spartibûn şikeftan. Artêşê gazên bi jehrî bi kar anîn. Mirovên di şikeftan de mîna mişkan bi jehrî bûn. Ji heft salî bigirin heya heftî saliyan ew Kurdê Dêrsimê serjê kirin. Tevgerek bi xwîn bû. Doza Dêrsimê bi dawî bû. Desthilatdariya hikumetê ket Dêrsimê û gundên wê. Bi vî awayî her tişt qediya. Niha em dikarin bi awayekê rehet bikevin Dêrsimê.”
Çaglayangîl bi gotinên xwe rastiya komkujiyê vedigot.
Hevserokê Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Mûsa Kûlû, diyar kir ku ligel evqas sal derbas bûn jî birînên di dilê wan de vebûyî hîna jî nehatine girtin û derbarê salvegera komkujiyê de axivî.
‘QIRKIRIN TU CARÎ BI DAWÎ NE BÛ’
Kûlû, da zanîn ku dewletê di sala 1937’an de bi derxistina qanûnek taybet êrîşî Dêrsimê kir û wiha axivî: “Li tu devera cîhanê, derbarê herêmekê de qanûnek wiha nehatiye derxistin û komkujî pêk nehatiye. Sedema bingehîn a komkujiyê, gelê bajarê hemû kurd bûn û xwedî nasnameya Elewî bûn. Ji bo ku ev rewşa bizerar dîtibûn ji holê rabikin, sond xwaribûn. Piştî sala 1938’an komkujî bi tu awayî bi dawî nebû. Komkujî tenê bi awayekê fîzîkî nebû. Komkujiya herî mezin ya ziman, nasname, çand, goristan, dîrok û warê we ku hate tunekirin e. Ne pêkane ku em vê bi tu awayî pênase bikin. Hîna jî em aqûbeta zarokên hatin windakirin û cihê goran nizanînin. Vegotina vê pir zor û zehmet e. Ji wê rojê û vir ve li ser vê erdnîgariyê bi komkujiya fîzîkî re komkujiya bawerî, ziman û çandê tê kirin. Ji ber pergala bişavtinê ya dewletê tiştek nema. Em di nav rûpelên dîrokê da mene. Dibe ku piştî me, di nava pirtûkên dîrokê de em tenê weke xalekê bimînin. Em bi rastiyek wiha re rû bi rû ne.”
‘DIVÊ GORAN AŞKERE BIKIN’
Kûlû, da zanîn ku di Komkujiya Dêrsimê de mirov di şikeftan de bi gazên jehriyê hatin kuştin û wiha got: “Mirovên man jî weke koleyan dan leşker û serdarên Tirk. Ji bo ku dewlet vê komkujiyê nas bike divê xwe ji ‘hişmendiya komkujiyê’ rizgar bike. Di vî warî de xebatên me dewan dikin. Em dixwazin hemû zarokên di wê demê de hatin windakirin û zarokên keç ên dan leşkeran bidin malbatên wan û aqûbeta wan bê zanîn. Em dixwazin cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî bên aşkerekirin û dewlet ji ber komkujiya kirî lêborînê bixwaze.”