Li Tirkiyê sansur danîn ser rêzefîlmê Netfliksê
Netfliks* platformeke ku bi ser înternetê re fîlm û rêzefîlman pêşkêş dike. Niha beşeke rêzefîlmekî wan ji aliyê Tirkiyê ve hat sansur kirin.
Li gorî rapora malpera Diyarnameyê, Rêzefîlmê "Designated Survivor" ku di Netfliksê de tê weşandin, mijara wê li ser têkiliyên Enqere û Washingtonê ye.Netflîksê ragihand ku beşa 7'an a vî rêzefîlmî li ser daxwaza RTUK'ê (Lijneya Bilind a Radyo Televîzyonê ya Tirkiyê) ji bernameya Neftlîksê ya Tirkiyê hatine rakirin.Aboneyên Netflîksê yên welatên din dikarin vê beşê temaşe bikin lê li Tirkiyê ew hatiye rakirin.
Di vê beşa hatiye rakirin de rexne li "Hewldana Derbeyê ya 15'ê Tîrmehê" tê girtin. Karakterê rêzefîlm 'Fatih Turan' ku Serokomarê Tirkiyê ye û karekterê Serokdewletê DYA'yê Tom Kirkman tên hemberî hev. Kirkman li ser meseleya derbeyê Tirkiyê rexne dike.
Mark Gordon Company û Kinberg Genre bi hev re rêzefîlmê "Designated Survivor" ji bo kanala ABC kişandibûn û du serdem her yek ji çend pişkan hatibû weşandin, paşê platforma Netflîks ji bo serdema sisêyan beşên nû kişandibûn û diweşîne. Kovara populer a DYA'yî Variety diyar dike ku ev rêzefîlm li ser têkiliyên bi xirecir ên di navbera Tirkiye û DYA'yê de tê kişandin û weşandin.
*Orjînala peyvê "Netflix" e lê ji ber di kurdî de "x" a îngilîzî û "x" a kurdî tevlihev nebe em li gor kurdî navên wisa dinivîsin.