Yuksekdag: Em bibin yek, bibin deng, bibin xwişk û bira
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315447-yuksekdag_em_bibin_yek_bibin_deng_bibin_xwişk_û_bira
Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, ji bo Kampanya Malbatê ya Xwişk û Bira peyama piştevaniyê şand û banga: “Di van rojên zor û zehmet de, divê em bibin xwişk û bira û piştevaniyê zêde bikin” kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 02, 2020 12:54 Asia/Tehran
  •  Yuksekdag: Em bibin yek, bibin deng, bibin xwişk û bira

Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, ji bo Kampanya Malbatê ya Xwişk û Bira peyama piştevaniyê şand û banga: “Di van rojên zor û zehmet de, divê em bibin xwişk û bira û piştevaniyê zêde bikin” kir.

 

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Hevseroka giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Fîgen Yuksekdag, ji Girtîgeha Kandira ji bo Kampanya Malbatê ya Xwişk û Bira ya HDP’ê dabû dest pê kirin şandin û banga piştevaniyê kir. 

Yuksekdag di peyama şand de wiha got: “Di van rojên zor û zehmet de, em piştevaniya xwişk û bira zêde bikin. Divê em di nava seferberiyek mirovî de bin. Tarîtî di nava xwe de ronahiyê jîdihewîne. Em bibin yek, em bibin deng, em bibin xwişk û bira.”