Tevî hebûna qedexetiyê jî Karkeran 1'ê Gulanê pîroz kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315427-tevî_hebûna_qedexetiyê_jî_karkeran_1'ê_gulanê_pîroz_kirin
Karkeran li Îzmir, Êlih, Rihayê li gel qedexeyan 1'ê Gulanê pîroz kirin. Karkeran bang li hemû karker û kedkaran kirin û xwestin rêxistinbûna xwe xurt bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 02, 2020 05:20 Asia/Tehran
  • Tevî hebûna qedexetiyê jî Karkeran 1'ê Gulanê pîroz kirin

Karkeran li Îzmir, Êlih, Rihayê li gel qedexeyan 1'ê Gulanê pîroz kirin. Karkeran bang li hemû karker û kedkaran kirin û xwestin rêxistinbûna xwe xurt bikin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Bi minasebeta 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê li Îzmir, Êlih, Riha û gelek navendên din karkeran 1'ê Gulanê pîroz kirin û banga têkoşînê kirin. 

ÎZMÎR 

Karkerên Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê yên endamên şaxên Genel-Îş’ê ya girêdayî Konfedarasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) bi konvoyan 1’ê Gulanê pîroz kirin.

Karkeran li gelek navçeyên Îzmîrê 1’ê Gulanê pîroz kirin û bertek nîşanî binçavkirina Seroka Giştî ya DÎSK’ê û yên li gel wê şermezar kirin. 

JINAN LI ŞANEŞÎNÊ PÎROZ KIRIN 

Li ser banga Jin Bi Hev Re Hêzdar in jî serê sibê jinan li Îzmîrê di şaneşînên malên xwe de 1’ê Gulanê pîroz kirin û daxwazên xwe anîn ziman. Jinên li dijî tundiya zilaman, neheqiya kar daxwazên xwe anîn ziman û banga aştî û demokrasiyê bilind kirin.  

ÊLIH 

Li Êlihê jî rêxistinên kedê yên wek KESK, DÎSK, Petrol-Îş, Odeya Bijîşkan li ber Şaxê Sendîkaya Petrol Îşê civiyan û 1’ê Gulanê pîroz kirin.

Li ser navê saziyan Hevserokê Şaxa SES’ê ya Êlihê Denîz Topkan daxuyanî xwend. Topkan roja karker û kedkaran pîroz kir û banga rêxistinbûyînê li karkeran kir. 

RIHA 

Baroya Rihayê jî têkildarî 1’ê Gulanê daxuyaniyek nivîskî belav kir û ev roj li hemû karker û kedkaran pîroz kir. Baroyê diyar kir ku ew ê li dijî her cûre neheqî û kedxwariya karker û kedkaran derkevin û dê her tim li cem wan cih bigirin. 

QERS 

Şaxa ÎHD'ê ya Qersê jî bi boneya 1'ê Gulanê daxuyanî da. Seroka Şaxa ÎHD'ê Guldane Kiliç daxuyaniya nivîskî da û 1'ê Gulanê piroz kir. Kiliç, xwest hemû kesên bawer dikin ku cîhanek din pêkan e bi ruhê hevkarî û piştevaniyê têkoşînê mezin bikin.