Li Taksîma Istenbûlê mudaxaleyî çalakiya 1'ê Gulanê kirin: Çerkezoglu binçav kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315416-li_taksîma_istenbûlê_mudaxaleyî_çalakiya_1'ê_gulanê_kirin_Çerkezoglu_binçav_kirin
Sendîkayên karkeran xwest bi awayekî sembolîk li qada Taksimê 1'ê Gulanê, Roja Cîhanî ya Karkeran pîroz bikin. Polîsan mudaxale kir û Seroka Giştî ya Sendikayên Karkerên Şoreşger, DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu û gelek kesên din binçav kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 01, 2020 12:54 Asia/Tehran
  •  Li Taksîma Istenbûlê mudaxaleyî çalakiya 1'ê Gulanê kirin: Çerkezoglu binçav kirin

Sendîkayên karkeran xwest bi awayekî sembolîk li qada Taksimê 1'ê Gulanê, Roja Cîhanî ya Karkeran pîroz bikin. Polîsan mudaxale kir û Seroka Giştî ya Sendikayên Karkerên Şoreşger, DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu û gelek kesên din binçav kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Saziyên sivîl ên weke DÎSK û yên din biryar dan ku îsal ji ber şewba Vîrûsa Koronayê karker li cihên xwe yên kar, fabrîqe, kargerî, kolanên xwe û eywanên xwe 1'ê Gulanê Roja Karkeran pîroz bikin.

Heyetek sendîkayan ku di nav de Seroka Giştî ya Sendikayên Karkerên Şoreşger, DÎSK'ê, Arzu Çerkezoglu jî heye xwestin bi awayekî sembolîk kesên di sala 1977'an de li qada 1'ê Gulanê jiyana  xwe ji dest dane wan bi bîr bînin.Heyetê xwest bi awayekî sembolîk li peş Bîrdariya Taksimê 1'ê Gulanê piroz bikin.

Heyeta ku di nav de nûnerên rêxistinên civakî jî hebûn, li ber avahniya DİSK'ê ya Beşiktaşê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.Li gel dorpêça polîsan Seroka Giştîya DİSK'ê Arzu Çerkezoglu û rêveberên sendîkayêyên girêdayî konfederasyonê Çelenga 1'ê Gulanê hildan û ji avahiyê derketin.Lê polîsan rê li pêş Çerkezoglu û rêveberen sendîkayê girtin.Li gel astengiyan rêveberên sendîkayan xwestin bimeşin Taksimê.

Li ser niqaşan polîsan mudaxale kir. Polîsan di mudaxaleyê de Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu û gelek sendîkavan binçav kirin. 

DÎSK'ê duh daxuyanî dabû û diyar kiribû ku dê bi a wayekî sembolîk saet di 09.00’ê îro de li pêş Bîrdariya Taksimê bi awayekî sembolîk 1'ê Gulanê pîroz bikin.