Devûjeniya rayedarên Imarat û Tirkiyê li ser Lîbiyê gurr bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315405-devûjeniya_rayedarên_imarat_û_tirkiyê_li_ser_lîbiyê_gurr_bû
Wezareta karên derve ya Tirkiyê ji Imaratê xwest ku ji dest hilêxistina helwêstên dijminane li hemberî vî welatî bikişîne.
(last modified 2023-08-28T12:11:04+00:00 )
May 01, 2020 06:36 Asia/Tehran
  • Devûjeniya rayedarên Imarat û Tirkiyê li ser Lîbiyê gurr bû

Wezareta karên derve ya Tirkiyê ji Imaratê xwest ku ji dest hilêxistina helwêstên dijminane li hemberî vî welatî bikişîne.

Wezareta karên derve ya Imaratê roja Pêncşemiyê tevî pêgiriya li ser helwêsta xwe ya piştgiriya ji rêkara siyasî bi riya Konferansa Bêrlînê, nîgeraniya xwe ji "Destwerdana Tirkiyê di karên welatên erebî" nemaze Lîbiyê diyar kiribû.

Li gorî rapora ajansa Anatoliyê ya ser bi hikûmeta Tirkiyê, Hamî Aksoy, Berdevkê Wezareta karên derve ya Tirkiyê got: Daxuyaniya Wezareta karên derve ya Imaratê hewildanek jibo nixûmandina siyaseta bi durûtî ya welatekî ye ku bi hemî riya piştevaniya ji Dabekaran (hêzên general Hefter li Lîbiyê) raber dike.

Wî îdia kir ku Tikriye hertim rêzê li yekîtiya siyasî ya welatên erebî ji wan Lîbiyê digire.

Tê gotin ku Tirkiyê bi mehneya piştgiriya ji Dewleta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbiyê û sekinîn ali hemberî hêzên nasyar bi Artêşa Neteweyî ya Lîbiyê bi serokatiya Xelîfe Hefter bi serokatiya Fayîz Sirac gellek ji hêzên xwe û têrorîstên sûrî li wî welatî bi cih kirine.