Dewleta Tirkiyê hezar û 500 çeteyên din şandin Lîbyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315393-dewleta_tirkiyê_hezar_û_500_çeteyên_din_şandin_lîbyayê
Artêşa Tirkiyê hezar û 500 çeteyên din ji kantona Efrînê ya dagirkirî ji bo şer şandin Lîbyayê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 30, 2020 22:12 Asia/Tehran
  • Dewleta Tirkiyê hezar û 500 çeteyên din şandin Lîbyayê

Artêşa Tirkiyê hezar û 500 çeteyên din ji kantona Efrînê ya dagirkirî ji bo şer şandin Lîbyayê.

Çavkaniyekî ji hundirê bajarê Efrînê diyar kir ku duh artêşa Tirkiyê ku herêma Efrînê dagîr kiriye hezar û 500 çeteyên ku li hin gundên Efrînê bûn, şandin Lîbyayê.

Li gorî raporên çapemeniyê û daxuyaniyên artêşa nîştimanî ya Lîbyayê, dewleta Tirkiyê zêdetirî 5 hezar çete şandine Lîbyayê da ku li kêleka hêzên hikumeta Wîfaqê ku Tirkiye û Qeter destekê didinê, şer bikin. Hêjayê gotinê ye ku Tirkiye li gelek welatên Ereban destekê didin rêxistinên tundraw.