PKK: Li Gabarê wesayîta zirxî hate îmhakirin, 5 leşker hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315389-pkk_li_gabarê_wesayîta_zirxî_hate_îmhakirin_5_leşker_hatin_kuştin
Hêzên PKKê li Gabarê li dijî wesayîta zirxî ya Kobrayê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de wesayîta zirxî îmha bû û 5 leşkerên Tirkiyê mirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 30, 2020 21:32 Asia/Tehran
  • PKK: Li Gabarê wesayîta zirxî hate îmhakirin, 5 leşker hatin kuştin

Hêzên PKKê li Gabarê li dijî wesayîta zirxî ya Kobrayê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de wesayîta zirxî îmha bû û 5 leşkerên Tirkiyê mirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK’ê diyar kir ku şervanên wê di navbera qada Dêrgulê û qereqola Girê Cotyar a Gebarê ya li Şirnexê wesayîteke zirxî ya Kobra şopandiye û di 27’ê Nîsanê de saet  12’an de ji nêz ve li vê wesayîtê dan û ew îmha kirin ku di encamê de 5 leşkerên di nav wesayîtê de mirine. Piştî çalakiyê artêşa Tirkiyê bi helîkopterên Skorsky leşkerên mirî ji qada çalakiyê derxistin.

PKKê dibêje yekîneya wê ya ku ev çalakî li dar xistiye, bi selametî vegeriyaye baregeha xwe.

PKKê herwiha di daxuyaniya xwe de diyar dike ku di 30’ê Nîsanê de  saet  02.30’an  balefirên şer ên artêşa Tirkiyê qada Saca ya Zapê ya li Herêma Kurdistanê bomberdûman kir.

Di 29’ê Nîsanê saet 23.00’an de jî balefirên şer qada Gundê Mêlê ya Zapê jî bomberdûman kir.

PKKê di vî halî de dibêje ku di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên wê nehatiye.