Li Tirkiyê 93 kesên din jî ji ber Koronayê mirin
Nîsan 30, 2020 20:32 Asia/Tehran
Li Tirkiyê 93 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dane. Heya niha hejmara kesên ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 174.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fexredîn Koca, tabloya der barê zanyariyên şewba vîrûsa Koronayê (Covîd-19) de li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kir.
Koca, daxuyand ku di 24 saetên dawî de 93 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 615 kesên din jî bi şewbê ketine.
Bi van daneyên dawî yê Koca re, hejmara kesên ku heya dawiya roja 30 Nîsanê jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 174 û hejmara kesên bi şewbê ketine jî bû 120 hezar û 204 kesan.