KESK: Bi belavbûna Koronayê 5 milyon kes li Tirkiyê bêkar bûne
Her ji destpêka derketina vîrusa nû ya Koronayê COVID-19 li Tirkiyê, 5 milyon karkerên din bêkar bûne.
Konfedrasiyona Sendîkaya Karkerên Kerta Giştî Li Tirkiyê aşkere kir ku bi belavbûna vîrusa COVID-19 hejmara bêkaran li wî welatî zêdetir bûye.
Hevserokê Konfedrasiyona Sendîkaya Karkerên Kerta Giştî Li Tirkiyê ku wek KESK tê naskirin, rexne li paketên aborî yên hikûmeta Tirkiyê girt û aşkera kir, berî niha li Tirkiyê 7 milyon bêkar hebûn, piştî koronayê, di vê qonaxê de, 5 milyon kesên din jî bêkar bûne.
KESK hikûmeta Tirkiyê rexne dike, ku heta niha sûda tu pakêteke wan a baorî bo hejaran nebûye.
Herwiha KESK ragihandiye, xwedîkaran ti rêkarên pêwîst bo parastina karkeran nadin meşandin û bi hezaran karker tûşî koronayê bûne.
Li gor amarên herî dawî yên Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, ji destpêka belavbûna vîrusa COVID-19 li wî welatî, ta niha 3 hezar û 81 kesan bi koronayê canê xwe ji dest dane, 117 hezar û 589 kes bi wê vîrusê ketine û 44 hezar û 22 kes jî baş bûne.