PKK'ê li Cûdî çalakî kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315367-pkk'ê_li_cûdî_çalakî_kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK'ê diyar kir ku li herêma çiyayê Cûdî di 28'ê Nîsanê de li dijî hêzên Tirkiyê çalakiyek hate lidarxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 30, 2020 05:56 Asia/Tehran
  • PKK'ê li Cûdî çalakî kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK'ê diyar kir ku li herêma çiyayê Cûdî di 28'ê Nîsanê de li dijî hêzên Tirkiyê çalakiyek hate lidarxistin.

PKKê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêzên wê 28'ê Nîsanê saet 15:50'î li herêma navbera girên Bêspin û Çelê Xwişk û Bira yên çiyayê Cûdî li dijî artêşa Tirkiyê çalakiyek lidar xistin ku di encaamê de derbên giran li kozik û stargehên Artêşa Tirkiyê ketin,lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

Artêşa Tirkiyê piştî çalakiyê bi çekên giran li derdorê reşand û bombe kir. Piştre bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakir.

PKKê dibêje: Yekîneya wê ya ku çalakî kir bi rengekî serketî vegeriya baregehên xwe. 

Di heman daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku 27'ê Nîsanê saet 15:30'î balafirên şer ên artêşa Tirkiyê li qada Xantûr a herêma Heftanînê û qada Yekmalê ya herêma Metînayê li Kurdistana Iraqê, bombe barandin.

Balafirên şer 28'ê Nîsanê saet 16:30'î jî bombe li qada Deşta Nehlê ya herêma Gabarê, qada Mervanos a herêma Avaşînê û qadên Goşine û Berbizina yên herêma Xakurkê barandin. Ji ber bombardûmanê li herêma Xakurkê ya li ser sînorê  2 sivîl hatin kuştin.

PKKê dibêje: Artêşa Tirkiyê di vê êrişê de bi zanebûn sivîl kirin hedef û 2 sivîl kuştin.