Maske tenê gihişt 8 milyon welatîyên Tirkiyê
Seroka TEB'ê Erdogan Çolak, diyar kir ku di pêvajoya şewbê te maske tenê gihşt 8 milyon wkelatiyên Tirkiyê. Endama Konseya Navendî ya TTB'ê Selma Gungor jî diyar kir ku divê hilberîna maskeyan li gorî ku serê her kesekî rojê 3 heb bikevin bê kirin û bêne belavkirin.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Piştî şewba vîrûsa corona (Covid-19) li Tirkiye pêş ket, ji bo parastinê her kesî berê xwe da maskeyan. Lê hikûmetê firotina maskeyan qedexe kir û li dermanfiroşan bi koda SMS bê pere belav kirin. Vê yekê hem ji bo welatiyan û hem jî ji bo dermanfiroşan barekî giran derxist.
Têkildarî mijarê Serokê Yekîtiya Dermanfiroşan Tirkiyê (TEB) Erdogan Çolak, diyar kir ku heta niha li 31 bajaran 55 milyon maske gihiştiye dermanxaneyan û wiha got: "Nêzî 40 milyon maske hatin belavkirin. Li 50 bajarên din jî duh maske hatine şandin. Belavbûna 40 milyon maskeyan nîşan dide ku li tevahiya welat tenê maske gihiştiye 8 milyon mirovî. Li tevahiya welat nêzî 45 -50 milyon mirovên ku kolan li wan nehatiye qedexekirin hene. Ji ber vê yekê belavkirina maskeyan a bi SMS û e-Devlet pirsgirêk heye. Her kes bi qasî tê xwestin û bi lez nikare xwe bigîne maskeyan.
DIVÊ LI BER DERMANFIROŞAN RÊZ ÇÊNEBE
Çolak xwest ku bi rêk û pêk SMS bêne şandin û bi şiklê ku li ber dermanfiroşan dor çênebe bê belav kirin û wiha got: "Divê rojê serê dermanfiroşekî 30 SMS bê şandin.
DIVÊ SERÊ KES ROJÊ 3 MASKE BIKEVE
Endama Konseya Navendî ya TTB'ê Selma Gungor jî diyar kir ku divê hilberîna maskeyan li gorî ku serê her kesekî rojê 3 heb bikevin bê kirin û bêne belavkirin. Gungor, anî ziman ku hin kesên ku li ser wan nîşaneyê şewbê tune nexweşiyê derbas dikin hene û wiha got: "Ji ber vê yekê divê her kes wekî hilbir û bargirê vê nexweşiyê bê zanîn. Li cihê ku rê li pêş temasa fîzîkî nayê girtin divê teqez maskeeyê bixin rûyê xwe. Ger ku hefteyê rojekê 5 maske bên dayîn ji bo kesên bi rêk û pêk diçin kar têr nakin. Ev nîşan dide ku kesên bi rêk û pêk diçin kar bê tedbîr in.