DÎSA-DER bertek nîşanî qedexekirina navê Jiyan da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315346-dÎsa_der_bertek_nîşanî_qedexekirina_navê_jiyan_da
DÎSA-DER bertek nîşanî EBA’yê ya navê Jiyan guncav nedît û qedexe kir da û got qedexekirina navê Jiyan berdewama feraseta polîtîkayên bişaftinê ya ji damezrandina komarê û heta îro ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 29, 2020 10:09 Asia/Tehran
  • DÎSA-DER bertek nîşanî qedexekirina navê Jiyan da

DÎSA-DER bertek nîşanî EBA’yê ya navê Jiyan guncav nedît û qedexe kir da û got qedexekirina navê Jiyan berdewama feraseta polîtîkayên bişaftinê ya ji damezrandina komarê û heta îro ye.

Li gorî rapora ajansa Mezopotamyayê, Komeleya Lêkolîna Ziman, Çand û Hunerê (DÎSA-DER) a Wanê têkildarî Tora Agahiyên Perwerdehiyê (EBA) ku navê Jiyan guncav nedît û qedexe kir daxuyaniyek nivîskî belav kir û bertek nîşanî EBA’yê da. 

DÎSA-DER di daxuyaniya xwe de wiha got: “Li hemberê zimanê kurdî ji damezrandina komarê heya îro jî polîtîkayên bişaftinê û qedexeirinê berdewam dikin. Pergala bi navê ‘EBA’yê ev feraset dîsa derket holê. Li hemberî zimanê kurdî d içi astê de tev digerin. Xwendekarek li bajarê Wanê dijî navê wî Jiyan e, bi sedema navê wî kurdî ye, pergala ‘EBA’yê ev nav û xwendekar nepejirandiye. Navê Jiyan qedexe û neguncav nîşan da û bernameyên perwerdê ji bo Jiyan neşandin.

Em saziya ziman DÎSA-DER li hember vê nêzîkatiyê derdikevin, bi tundî şermezar dikin. Zimanê me jiyana me ye. Jiyan navekî kurdî ye. Ne tiştekî qedexe û neguncav e. Ev rastiya zimanê kurdî ye. Kesên berpirsiyar bila bersivekê bidin vê mijarê û sererast bikin.”