Qedexeya li ser navê 'Jiyan' ji rayedarên Tirkiyê hat pirsîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315339-qedexeya_li_ser_navê_'jiyan'_ji_rayedarên_tirkiyê_hat_pirsîn
Mebûsê HDP'ê yê Wanê Tayîp Temel ji Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî ya Tirkiyê qedexeya li ser peyva "Jiyan" pirsî. Mebûsa HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn jî ji Cîgirê Serokomarê Tirkiyê pirsî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 29, 2020 04:49 Asia/Tehran
  • Qedexeya li ser navê 'Jiyan' ji rayedarên Tirkiyê hat pirsîn

Mebûsê HDP'ê yê Wanê Tayîp Temel ji Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî ya Tirkiyê qedexeya li ser peyva "Jiyan" pirsî. Mebûsa HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn jî ji Cîgirê Serokomarê Tirkiyê pirsî.

Li gorî nivîsa malpera Diyarnameyê, Wezareta Karên Hundir a Tirkiyê ji ber vîrusa Koronayê dibistan girtine û bi ser bernameya bi navê EBA re perwerdehiyê dide zarokan. Ev bername hem ji ser kanala televîzyonê re, hem ji ser înternetê re tê dayîn. Serê vê hefteyê jî wezaretê bi ser vê bernameyê re lînk ji zarokan re şand ku bi awayekî yekser ligel mamosteyan perwerdehiyê bidomînin. Lê ji zarokên ku navên wan bi kurdî bû re bi sedema "Ev nav ne guncav e" lînk nehat şandin. Yek ji wan jî navê "Jiyan" bû. Mebûsê HDP'ê yê Wanê Tayîp Temel ji bo bersiv bide pirsiyarnameyek ji bo Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî ya Tirkiyê Ziya Selçuk re şand.

Mebûsê HDP'ê Temel li gor xala 98'an a Zagona Bingehîn û li ser xalên 96 û 99 ên rêziknameya navxweyî ya Meclisa Tirkiyê xwest wezîr bi awayekî nivîskî bersivê bide.

Temel ji wezîr pirsî ku kî biryarê dide ku navê Jiyan "ne guncan û qedexe ye"? Temel ji wezîr pirsî ku tu zagona ku navên zarokan ên bi kurdî qedexe dike heye yan na, ji bilî navê Jiyan kîjan û çend navên din ên bi kurdî qedexe û ne guncav dîtine? Her wiha Tayîp Temel ji wezîr pirsa qedexeya li ser navên zarokan ên bi kurdî di EBA'yê de dê kengê rabikin jî kir.

Her wiha Mebûsa HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun jî li ser heman meseleyê pirsiyarname ji bo Cîgirê Serokomarê Tirkiyê Fuat Oktay re şand û xwest ew bersivê bide.