Li Bazidê stasyoneke bazê û 3 konteynir hatin îmha kirin
Nîsan 26, 2020 13:42 Asia/Tehran
Hêzên PKKê li Bazidê 25'ê Nîsanê çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de stasyoneke bazê û 3 konteynir hatin îmha kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand û tê de ragihand ku di çarçoveya opersiyonê li dijî Artêşa Tirkiyê de ku li Eyaleta Serhedê didome, hêzên wê 25'ê Nîsanê saet di 20:30'î de li navçeya Bazîd a Agiriyê li nêzî gundê Tirkmena li dijî stasyoneke bazê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de stasyona bazê û 3 konteynirê li ber hatin îmhakirin."