Du gundên Colemêrgê hatin karantîna kirin
Nîsan 26, 2020 10:24 Asia/Tehran
Du gundên Colemêrg a başûrê rojhilata Tirkiyê yên Dez û Bazê ji ber tevdîrên vîrusa korona hatin karantîna kirin.
Gundên kurdan li ser rêya Colemêrg û Wanê yên Dez û Bazê ji ber di çend kesan de vîrusa korona hate destnîşan kirin, bi heceta tevdîrên pêwîst hatin karantîna kirin.
Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Dez (Kırıkdağ) bi wesayîtên zirxî ve bang li xelkê kirin ku li gor fermana parêzgeriya Colemêrgê saziya parastina Giştî ji roja 24.04.2020ê biryar daye gundên Baz û Dez 14 rojan di karantînayê de bin û hemwelatî ji malên xwe dernekevin.