Li Tirkiyê 106 kesên din ji ber virûsê mirin
Nîsan 26, 2020 04:03 Asia/Tehran
Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 106 kesên din ji ber vîrûsa Koronayê mirin. Bi vê yekê hejmara kesên mirî bû 2 hezar û 706.
Roj bi rojê hejmara kesên li Tirkiyê bi virûsê dimirin û pê dikevin zêde dibin. Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fexredîn Koca, diyar kir di 24 saetên dawî de 106 kesên din jî ji ber virûsa Koronayê mirine û 2 hezar û 861 kes jî bi vîrûsê ketine.
Li gorî zanyariyên herî dawî hejmara kesên ku heya niha li Tirkiyê ji ber virûsê mirine bû 2 hezar û 706 û hejmara kesên bi vîrûsê ketine jî bû 107 hezar û 773. Her wiha 25 hezar û 582 kes jî baş bûne.