Nûçeya kuştina ajanê MIT'ê weşandin; 18 sal zîndan li wan hat birrîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315221-nûçeya_kuştina_ajanê_mit'ê_weşandin_18_sal_zîndan_li_wan_hat_birrîn
Dozgeriya Istenbûlê ji 7 heta 18 salan zîndan li heşt rojnamevanan bi tawana "Weşandina lêzanînên nihênî yên çalakiyên istixbaratî yên Tirkiyê" ji ber weşandina nûçeya kuştina ajanê MIT'ê li Lîbiyê birrî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 25, 2020 07:48 Asia/Tehran
  • Nûçeya kuştina ajanê MIT'ê weşandin; 18 sal zîndan li wan hat birrîn

Dozgeriya Istenbûlê ji 7 heta 18 salan zîndan li heşt rojnamevanan bi tawana "Weşandina lêzanînên nihênî yên çalakiyên istixbaratî yên Tirkiyê" ji ber weşandina nûçeya kuştina ajanê MIT'ê li Lîbiyê birrî.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Li pey girtina şeş rojnamevanên Tirkiyê ji ber weşandina nûçeya candana endamekî Rêxsitina Istixbarata Neteweyî ya Tirkiyê (MIT) li medyayan daxwaza cezayê jibo van rojnamevanên girtî hevrê digel du rojnamevanên din di vê têkilliyê da amade bûye û dozgerê Istenbûlê bi tawana "Weşandina lêzanînên nihênî yên çalakiyên  istixbaratî yên Tirkiyê"  daxwaza ji 7 heta 18 salan zîndanê jibo van rojnamevanan kiriye.

Li gorî rapora ajansa Diken'ê, di daxwaza cezayê ya dozgeriya Komara Tirkiyê li Istenbûlê bi "Sûczanîna aşkirakirina nasnameya endamê MIT'ê ku li Lîbiyê çalak e", hatiye: Navên tawanbarên ku lêzanînên nihênî aşkira kirine, ev in: Barîş Turkoxlû rêvebirê nûçeyan li televîziyopna Oda tv'yê, Barîş Pehlewan, sernivîskarê Oda Tv'yê, Holiye Qilîç, nûçegihan, Ferhad Çîlek, sernivîskarê rojnameya Yenî Aşamê, Ayhan Keser, sêkereterê Yenî Aşamê, Erg Açar Er, nûçegihanê rojnameya Bîrgûnê, Murad Axîr Al, nûçegihanê Yenî Çaxê û E.E berpirsê navenda medyayî ya şaredariya Ak Hesarê ya ser bi CHP'ê.