Ermenistan: Bila Tirkiye derbarê komkujiya Ermeniyan li xwe mukur were
Serokomarê Ermenistan xwest ku Tirkiye derbarê komkujiya ermeniyan û sekinîn ali hemberî dûhaatên wê li xwe mukur bê.
Li gorî rapora Kanala Exbariyê ya Sûriyê, Armin Sirkîsiyan Serokomarê Ermenistanê roja Şemiyê di sed û pêncemîn salvegera komkujiya ermeniyan bi destê hikûmeta Osmanî, got: Gelê Ermenistanê hema wisa li benda cihanîna dadmendiyê ne.Sirkîsiyan tevî sipasiya ji welatên ku Komkujiya Ermenistan bi fermî nas kirine û sînorên xwe li ser jêmayiyên vê cinayetê girê nedane, got ku helwêstên dewletên Tirkiyê ji wê demê va heta niha nayên qebûlkirin. Wî her wiha got: Enqerê hertim ev komkujî înkar kiriye, lê serokên Tirkiyê divê bizanin ku bi derbasbûna demê cinayet nayên jibîrkirin.
Ermenî komkujiya ermeniyên niştecihê deverên bin desthilata qiraltiya Osmaniyan di serdema şerê yekem ê cîhanî (1915 heta 1917) ji aliyê Osmaniyan va wek Jenosayd (Jinavbirina bi qest û ji pêş va plandarêştî) dizanin û dixwazin ku ew yek ji aliyê welatên cîhanê va bi fermî were naskirin. Lê Tirkiyê hertim ev yek înkar kiriye.