Trump tevkujiya Ermeniyan 'Karesata Mezin' da zanîn; Tirkiyê bertek nîşan da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315214-trump_tevkujiya_ermeniyan_'karesata_mezin'_da_zanîn_tirkiyê_bertek_nîşan_da
Wezareta karên derve ya Tirkiyê ji gotinên serokomarê Amerîkayê derbarê bûyerên 24ê Nîsana 1915'an (salvegera komkujiya ermeniyan) rexne kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 25, 2020 06:03 Asia/Tehran
  • Trump tevkujiya Ermeniyan 'Karesata Mezin' da zanîn; Tirkiyê bertek nîşan da

Wezareta karên derve ya Tirkiyê ji gotinên serokomarê Amerîkayê derbarê bûyerên 24ê Nîsana 1915'an (salvegera komkujiya ermeniyan) rexne kir.

Li gorî rapora malpera TRT'ya Tirkiyê, Wezareta karên derve ya Tirkiyê roja Şemiyê bi daxuyaniyekê gotinên Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê derbarê bûyerên 24ê Nîsana 1915an (salvegera komkujiya ermeniyan) siyasî û dijî dewleta Enqerê da zanîn.

Wezareta karên derve ya Tirkiyê babetên hilêxistî derbarê bûyerên 24ê Nîsanê red kirin û destnîşan kir: Ev gotin bi nêrîna Enqerê cihê baweriyê nînin.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê di axaftinekê da bûyerên 24ê Nîsana 1915an a Tirkiyeya serdema Osmaniyan wek Karesata Mezin da zanîn.

Duh anku Îniyê, 24ê Nîsanê, sed û pêncemîn salvegera komkujiya ermeniyan ji aliyê qiraltiya Osmaniyan va bû; Karesateka mezin ku ermenî wê wek Komkujî anku Jenosayd bi nav dikin.Lê Tirkiyê îdia dike ku kuştin, hebskirin û sirgûnkirina bi zorê ya ermendiyan di sala 1915an da ji aliyê qiraltiya Osmaniyan ku li gorî gotina ermeniyan di encamê da miliyonek û nîv ermenî hatine qirrkirin, Komkujî nîne.