Derewa ku Tirkiye di warê berevaniya ji ramana Filistînê dike
Berdevkê Wezareta karên derve ya Tirkiyê ji rejîma dagîrker a Israîlê ji ber hewildanên jibo girêdana Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê rexne kir.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Tirkiyê, Hamî Aksoy duh Îniyê bi daxuyaniyekê tevî amajeya bi hevhatina vê dawiyê ya Bênyamîn Nêtanyahûyê serokwezîrê Rêjîma Siyonîst û Benî Gatsê serokê Hevpeymaniya Şîn û Sipî ya vê rêjîmê ku têda li ser girêdana kêleka rojavayî bi navçeyên bin serdestiya Israîlê hatiye pêgirîkiirn, ev kiryar nîşana ramaneke bixeter da zanîn ku armanca wê serdestbûn li erdên filistînî ye.Berdevkê Wezareta karên derve ya Tirkiyê got: Ev kiryara bixeter a Rêjîma Siyonîst dikare qanûnên navneteweyî tevlihev bike û Tirkiye ji civaka navneteweyî dixwaze ku li hemberî kiryarên neqanûnî yên Rêjîma Siyonîst raweste.Berdevkê Wezareta karên derve ya Tirkiyê her wiha îdia kir ku Enqere li kêleka gelê Filistînê ye û ji ramana berheq a filistîniyan bi hemî hêza xwe berevaniyê dike.
Lê di rastiyê da ev gotinên Berdevkê Wezareta karên derve ya Tirkiyê ne nîşana vîna Tirkiyê jibo têkoşînan di riya ramana gelê Filistînê, belkî jibo xalifandina raya giştî ya cîhana îslamê ji hevkariya navbera Tirkiye û Rêjîma Siyonîs te. Tirkiye yek ji şirîkên sereke yên aborî yên Rêjîma Siyonîst e.
Tirkiyê sala 1948an Rêjîma Siyonîst bi fermî nas kirine. Yanî bi awayê fermî xiyanet li têkoşînên gelê Filistînê kiriye.
Ev di halekî da ye ku li gorî rapirsîna salê ya zanîngeha Kadîr Xas a Istenbûlê di warê Siyaseta derveyî ya Tirkiyê di sala 2019an da, sedî 81.3ê xelkê li Tirkiyê Amerîkayê û sedî 70.8 jî Rêjîma Siyonîst gefa herî mezin jibo Tirkiyê dizanin.Loma divê em bêjin ku Erdoxan ne guh dide nêrînên navxweyî di warê pêwendiyên Tirkiyê û Rêjîma Siyonîst û ne jî dilgiraniyek derheqê ramana Filistînê û cîhana nîslamê heye.Gotinên duh ên Berdevkê Wezareta karên derve ya Tirkiyê tenê hin îdiayên devkî ne ku bikarin bala cîhana îslamê bikişînin ser Tirkiyê û şansê Erdoxên di nîqaşên navxweyî li Tirkiyê zêde bikin.