Tirkiyê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Trump da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315207-tirkiyê_nerazîbûn_nîşanî_daxuyaniya_trump_da
Wezareta Derve ya Tirkiyê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya serokomarê Amerîkayê Donald Trump a derbarê Komkujiya Ermeniyan de, da û got, “Em wan tohmetan red dikin.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 24, 2020 20:42 Asia/Tehran
  • Tirkiyê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Trump da

Wezareta Derve ya Tirkiyê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya serokomarê Amerîkayê Donald Trump a derbarê Komkujiya Ermeniyan de, da û got, “Em wan tohmetan red dikin.”

Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de nerazîbûna xwe li hemberî daxuyaniya Trump a li ser Komkujiya Ermeniyan, nîşan da û got, “ti derbasdariya vê daxuyaniyê nîne û em tohmetên hatine kirin red dikin.”

Wezareta Derve ya Tirkiyê diyar kiriye, “Di daxuyaniya Trump de êşa 500 hezar misilmanên ku ji aliyê serhildêrên Ermenî ve hatine kuştin, nehatiye dîtin û divê ev hişmendiya bê dadperwerane biguhere.”              

Herwiha hatiye gotin ku divê ji bo zelalkirina bûyerên wê qonaxê, komîsyonek bê avakirin.

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump îro di 105mîn salvegera Komkujiya Ermeniyan de, daxuyaniyek belav kiribû û ji bo wê komkujiyê gotina, Karesata Mezin bikar anîbû.

Herwiha Trump, Komkujiya Ermeniyan weke yek ji mezintirîn komelkujiyên sedsala 20an binav kir û tekez kir, “Ji sala 1915an ve 1,5 milyon Ermenî hatin dersînorkirin, kuştin an jî koçberkirin.”