Gever-Êrişa PKKê li dijî Artêşa Tirkiyê
Şervaanên PKKê li Geverê ji du aliyan ve bi ser kozikên artêşa Tirkiyê de girtin û 3 leşker kuştin û dest li ser 3 çekên wan danîn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKKê di daxuyaniya xwe de îdia kiriye ku hêzên wê saet 11.00'an li Şirnexê herêma Cudî, di navbeyna gundê Gabarê û qadên Suwara de çalakiyek li dijî Artêşa Tirkiyê li dar xistin. Di vê çalakiyê de derbên serketî li kozik û çeperên Artêşa Tirkiyê xistin û leşkerek kuştin.
Herwiha hêzên PKKê 23'yê Nîsanê saet 09.00'an li Geverê ya Colemêrgê, li dijî artêşa Tirkiyê ku li ser girekî bi cih bûbûn çalakiyek kirine û ji çend aliyan ve li kozikên Artêşa Tirkiyê dane û bi ser kozikên wan de girtine û 3 leşker kuştine û dest danîn ser çekeke otomatîk a BKC'yê, 1 MPT-76 a piyadê û Dragunov /Qenasê û dûrbîna wan.
PKKê dibêje piştî van çalakiyan yekîneyên wê yên ku çalakî kiribûn jî bi saxî û silametî vegeriyan cihê xwe.
Herwiha di roja 23'yê Nîsanê de balafirên şer ên Artêşaa Tirkiyê saet 09.00'an qada Werxelê ya herêma Avaşînê, saet 16.00'an qada Çemço ya herêma Zapê, saet 17.00'an qada Şehîdlikê ya herêma Metîna bombe kirine.
Lê belê PKKê derbarê xisar û kuştî û birîndarên ji ber van bomberanan ti tişt negotiye.