Partiyên muxalif: Hikûmeta AKPê bi nêhrîna siyasî nêzîkî şewba Koronayê dibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315197-partiyên_muxalif_hikûmeta_akpê_bi_nêhrîna_siyasî_nêzîkî_şewba_koronayê_dibe
Li Tirkiyê hejmara pêketiyên Koronayê ji 100 hezar kesî derbas bûye û hejmara miriyan jî gihêştiye 2500 kesan, di vê rewşê de gelek ji siyasetmedarên muxalifê hikûmetê ji wan yên HDPê dewletê tawanbar dikin ku bi nêhrîna siyasî nêzîkî şewba Koronayê dibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 24, 2020 15:05 Asia/Tehran
  • Partiyên muxalif: Hikûmeta AKPê bi nêhrîna siyasî nêzîkî şewba Koronayê dibe

Li Tirkiyê hejmara pêketiyên Koronayê ji 100 hezar kesî derbas bûye û hejmara miriyan jî gihêştiye 2500 kesan, di vê rewşê de gelek ji siyasetmedarên muxalifê hikûmetê ji wan yên HDPê dewletê tawanbar dikin ku bi nêhrîna siyasî nêzîkî şewba Koronayê dibe.

Li Tirkiyê li gorî daneyên duh 101 hezar û 790 kes bi şewbê Koronayê ketine, 2 hezar û 491 kes jî mirine.

Di vê navberê de her diçe Kampanyaya Xwişk û Bira ya HDP’ê dayî destpêkirin li Tirkiyê û cîhanê mezin û belav dibe. Desthilata AKP-MHP’ê ya vê yekê dibîne alîkariyên HDP’ê yên pêşkêşî gel dikin asteng dikin, kesên alîkarî jî belav dikin destgîr dikin.

Hêjayî gotinê ye desthilata AKP-MHP’ê bi qanûna înfazê ya li Meclîsê erê kir, girtiyên siyasî terkî mirinê kirine. Koordînasyona Krîzê ya Herêmê ya Covîd-19 bal kişand ser rîska li girtîgehan û got: “Eger ku şewb li girtîgehan belav bibe, wê nikaribe bê kontrolkirin. divê tavilê girtî bên berdan.”

Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hamîtoglû diyar kir  tevlî ku li ser hev 26 girtiyên li Girtîgeha Tîpa L ya Kalkandere ya Rîzeyê şopên vîrûsê hene jî, lê wan ranakin nexwexanê.