Girtiyek piştî nêzîkî 300 rojan girêva birçîbûnê mir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315189-girtiyek_piştî_nêzîkî_300_rojan_girêva_birçîbûnê_mir
Li Tirkiyê girtiyek ku nêzikê 300 roj bûn di girêva birçîbûnê de bû, canê xwe ji dest da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 24, 2020 09:28 Asia/Tehran
  • Girtiyek piştî nêzîkî 300 rojan girêva birçîbûnê mir

Li Tirkiyê girtiyek ku nêzikê 300 roj bûn di girêva birçîbûnê de bû, canê xwe ji dest da.

Zindaniyê bi navê Mustafa Koçak ku li Girtîgeha Şakranê ya li Izmîrê dema 297 rojan bû di girêva birçîbûnê de bû, canê xwe ji dest da.

Mustafa Koçak ji bo ku bi awayekî dadperwerane were darizandin, ketibû gireva birçîbûnê.

Koçak ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatibû tohmetbarkirin ku di kuştina dozgerekî bi navê Mehmet Selîm Kîraz de dest hebûye ku di 31ê Adara sala 2015an de li Stenbolê hatibû kuştin.

Tohmeta Koçak ew bûye ku çek daye herdu bikujên dozger Mehmed Selîm Kîraz û ji ber wê jî 27mîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê di 11ê Tîrmeha 2019an de cezayê zindanîkirina heta hetayê bi ser wî de sepandibû

Di îdianama li dijî Koçak de hatibû gotin ku ew endamê rêxistina çepgir a tirkan DHKP-C bûye, ku hikûmeta Tirkiyê ew rêxistin xistiye nava lîsteya xwe ya terorê.

Parlamenterê HDPê yê Kocaeliyê, Omer Faruk Gergerlioglu di derbarê mirina wî zindaniyê han de li ser twittera xwe ragihandiye, daxwaza Mustafa Koçak tenê ev bû ku dengê wî were bihîstin û bi awayekî dadmendane were darizandin.