Liv û tevgera nû ya Hêza Deryayî ya Tirkiyê li Rojhilata Derya Sipî
Artêşa Tirkiyê ragihand li derya Sipî û Egê tesbîqateke mezin li dar têxe ku tê da helîkopter, balafirên keşfê û paporên mezin beşdar dibin
Li gor nûçeya Fars Newsê ya îro, Artêa Tirkiyê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand ku ev tedbîqata wê li Derya Sipî ji bo paarastina amadetiya hêza deryayî ya Tirkiyê li derya Sipî û derya Egê ye.
Di vê tedbîqata artêşa Tirkiyê de çendîn paporên mezin , helîkopter, balafirên keşfê û yên bê mirov beşdar in, Herwiha di vê tedbîqatê de hêzên pispor û taybet yên Yekîneya Deryayî ya Tirkiyê jî beşdarî dikin.
Ji ber rageşî û kêşeyên di navberaa Tirkiyê ji aliyekî ve Yewnan û Qibrisê ji aliyê din ve, mudaxileyên dewleta Tirkiyê û liv û tevgerên leşkerî yên vî welatî li derya Sipî zêde bûne û eva bûye sedema nerazîbûna welatên Ewropî bi taybet yên Yeketiya Ewropayê.
Yek ji kiryarên bi provaksiyon a Dewleta Tirkiyê şandina gemiya vekolandin û kolandina bîrên gazzê bo nav deverên Qibrêsê ji bo peydakirina gazê bû ku eva bû sedema bertek û nerizamendiya hin endamên hertimî yên Konseya Ewlekariya Navneteweyî.