Li Tirkiyê hejmara pêketiyên koronayê 100 hezar kes derbas kir
Nîsan 23, 2020 20:35 Asia/Tehran
Li Tirkiyê îro 115 kesan bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dan. Hejmara pêketiyan jî 100 hezar kes derbas kir.
Dawîn amarên qurbanî û pêketiyên vîrusa koronaya nû (COVID-19) li Tirkiyê hatin belavkirin.
Li gor amaraên hatine belavkirin, di heyama 24 saetan de, 115 kesên din bi koronayê canê xwe ji dest dan û 3116 kes bi wê vîrusê ketin.
Her li gor zanyariyên hatine belavkirin, di heyama rojekê de, 2014 pêketiyên koronayê jî baş bûne.
Li gel dawîn amaran, hejmara qurbaniyan bû 2 hezar û 491 kes û hejmara pêketiyên koronayê jî gihişt 101 hezar û 790 kesan. Herwiha heta niha 18 hezar û 491 kes jî baş bûne.